Encûmena Hevkariya Kendavê: Pêwîst e cîhan li dijî êrîşên Îranê derkeve
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê Jasim Mihemed El-Bidêwî ragihand, Îran bi mebest binesaziya enerjiyê û ewlehiya deryawanî ya navçeyê dike armanc û ev yek gefeke rasterast li ser ewlehiya cîhanê ye.
Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Welatên Kendavê Jasim Mihemed El-Bidêwî îro 26ê Adarê di daxuyaniyekê de destnîşan kir, tevî hemû hewlên welatên Kendavê yên ji bo dûrketina ji şer, Îran berpirsyara yekem a pêxistina fîtîla aloziyên leşkerî ye di nav ava Kendavê de.
El-Bidêwî bang li Îranê kir ku demildest êrîşên xwe rawestîne û wiha got: "Parastina ewlehiya welatên Encûmena Hevkariyê pakêteke yekpare ye û ji hev nayê cudakirin. Her cure têkdana ewlehiya Kendavê, rasterast bandorê li ser ewlehiya enerjiyê ya cîhanê dike." Herwiha diyar kir, Îran bi zanebûn navendên enerjiyê dike armanc û metirsiyê li ser rêyên deryawanî çêdike, ku ev yek berpirsiyariyeke mezin dixe ser milê civaka navdewletî.
Sekreterê Giştî yê Kendavê pêşwazî li biryara nû ya Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir. Ev biryar ku bi navê "Bandorên destdirêjiya leşkerî ya dawî ya Îranê" bi yekdengî hat qebûlkirin, ji aliyê Behreynê ve li ser navê welatên Kendavê û Urdinê hatibû pêşkêşkirin. Tê gotin ku zêdetirî 100 welatên cîhanê piştgirî dane vê projeyê.
El-Bidêwî di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir, pesendkirina vê biryarê di 25ê Adara 2026an de, nîşaneya helwesta zelal a civaka navdewletî ye di redkirina êrîşên Îranê de. Herwiha got, ev biryar şermezarkirina wan gefan e ku Îran li ser aştî û ewlehiya navdewletî çêdike, bi taybetî êrîşên li ser axa wan welatên ku ne beşek ji tu nakokiyan in.