Wezîrê Derve yê Amerîkayê sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi rêya telefonê bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re axivî û piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan tekez kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio vê êvarê (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî û sersaxî ji wî xwest.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwesa hevxemiya xwe ji bo şehîdên Pêşmerge diyar kir û piştgiriya Amerîkayê jî ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan tekez kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe ji bo peywendî û hevxemiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kirin.
Di pareke din a wê peywendiyê de, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û pirsgirêkên aborî hatin nîqaşkirin.