Bakirhan li navenda CHPê: Em desttêwerdana li derveyî îradeya delegeyan rewa nabînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê Partiya DEMê Tuncer Bakırhan, piştî serdana xwe ya bo navenda CHPê, êrîşa li ser CHPê şermezar kir û ragihand; wek DEM Partî ew Ti destêwedana li derveyî mekanîzmayên demokratîk rewa nabînin.

Şandeyeke pilebilind a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê), piştî biryara derbarê CHPê de, serdana Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel kir.

Tuncer Bakirhan piştî hevdîtinê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser tundiya polîsan a li dijî CHPê. Bakirhan got: "Dîmenên ku duh di dema sepandina biryara 'mutlak butlan' de bi tundiya hêzên ewlehiyê derketin holê, bi yek peyvê şermezarî ne û nayên qebûlkirin. Bi gaza îsotê, ava şid û guleyên plastîk çûna ser partiya sereke ya opozîsyonê, lomeyekî mezin ê demokrasiyê û binpêkirineke aşkere ya hiqûqê ye. Em vê êrîşa li ser CHPê bi tundî şermezar dikin."

Bakirhan destnîşan kir ku krîzên siyasî yên li Tirkiyeyê ji ber kêmasiya demokrasiyê ne û wiha berdewam kir: "Çarenivîsa partiyên siyasî ne di korîdorên dadgehan de, lê bi îradeya endaman, biryara delegeyan û hilbijêran diyar dibe. Em ti mudaxaleyên ku ji derveyî mekanîzmayên demokratîk têne kirin, wek DEM Partiyê rewa nabînin."

Hevserokê DEM Partiya anî ziman ku CHP dikare vê pêvajoyê bi "mezinahiya xwe ya demokratîk" derbas bike û got: "Em bawer dikin ku CHP dê vê pêvajoyê bi îradeyeke demokratîk a Kongreyê derbas bike. Di vê serdemê de vekirî hiştina kanalên siyasetê û esasgirtina îradeya demokratîk berpirsiyariya me hemûyan e."

Bakirhan herwiha di daxuyaniya xwe de careke din daxwaza "ji bo her kesî edalet, ji bo her kesî demokrasî" dubare kir û hevxebatiya xwe ligel CHPê nîşan da.