Fayeq Zêdan: Divê çek tenê di destê dewletê de be

Fayeq Zêdan
Fayeq Zêdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan li ser xeteriyên biryardana yekalî ya ragihandina şer hişyarî da û ragihand ku, ev mijar tenê di desthilata dewletê de ye û her tevgereke derve dê bibe sedema lawazkirina hejmona welat û binpêkirina destûrê.

Fayeq Zêdan di wê daxuyaniyê de got ku, ragihandina şer biryara serweriyê ya herî xeter e û destûra Iraqê ya sala 2005ê di benda nehê ya xala 61ê de mekanîzmek ji bo wê diyar kiriye.

Li gorî Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê, divê ew biryar bi daxwazeke hevpar a Serokkomar û Serokwezîr be û di dû re jî bi razîbûna piraniya du li ser sêyê ya endamên parlementoyê bê pejirandin, ev jî ji bo misogerkirina yekdengiyeke neteweyî ya berfireh e.

Navbirî tekez jî kir, "Reftara hin komên çekdar ji bo biryardana serbixwe li ser mijarên şer û aştiyê gefeke rasterast e li ser ewlehî û serweriya Iraqê." Herwesa got, “Biryarên wesa welat tûşî gêleşokên ewlehî û qanûnî dike û dibe sedema çêbûna gelek navendên dana biryarên leşkerî, ku dibe ku Iraqê bixe nav şerekî ku gelê Iraqê jê ne berpirsiyar e.”

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê hişyarî da ku, biryarên nefermî yên bi vî rengî dê Iraqê rûbirûyî vederiya navneteweyî û cezayên cuda cuda bike û dê baweriya di navbera welatiyan û dewletê de hilweşîne, herwesa dê bandoreke neyînî ya mezin li ser jiyana welatiyan, aboriya welat û sektorên xizmetan jî çê bike.

Fayeq Zêdan tekez jî kir ku, divê hemî çek di destê dewletê de bin û dezgehên destûrî yekane aliyê biryardanê li ser mijarên çarenivîssaz bin, da ku ewlehî û tenahiya welat parastî bin û pergala demokratîk ji her destwerdaneke neqanûnî bê parastin.