Li Swêdê pêşangeheke şêwekarî bi navê "Nasname û Newroz" hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşangeheke şêwekarî bi navê "Nasname û Newroz" ji 10 hunermendên Kurd re li paytexta welatê Swêdê hat vekirin.
Hunermendê şêwekar Deştî Cengî îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) li ser vekirina wê pêşangehê ji Kurdistan24ê re got, "Li nav dilê Ewropayê, Nasname û Newroz bi zimanê reng û hunerê diaxivin. Dema ku cîhan bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî di bin bandora rewşeke aloz û ne aram de derbaz dibin, em hunermendên Kurd bi zimanê reng û wêneyan bizavê dikin ku peyameke din bigihînin, wekî peyama hêvî, nasname û jiyanê."
Deştî Cengî herwesa got, "Nêzîkî 250 kesan ji mêvan û bîneran di nav wê pêşangehê de amade bûn, ku tevlîheviyek ji navdarên Kurd û Swêdî bû. Ev amadebûna berfireh nîşana girîngiya çalakiyên bi vî rengî ye, ji bo çêkirina têkiliyên çandî di navbera gelan de."
Hunermendê navbirî li ser peyama wê pêşangehê jî got, "Ev pêşangeh ne tenê nîşandana tabloyan bû, belkî nûnerîtiyeke zindî ya nasnameya Kurdî jî bû. Her tabloyekê çîrokeke taybetî hebû, wekî çîroka ax, dîrok, koçberî û hestên neteweyî. Mijara sereke "Nasname û Newroz" bû, ku wekî sembola nûbûn û berxwedanê bi awayekî hunerî di berheman de tê nîşandan.
Wî hunermendî herwesa got, "Di demekê de ku şer û nearamî li deverê bandor li ser jiyana xelkî kiriye, çalakiyên bi vî rengî dibin awayekî berxwedanê, berxwedanek bi hunerê, ku dikare hêviyê û canê jiyanê vegerîne nav civakê. Hunermend di vî warî de ne tenê afirînerê bedewiyê ye, belkî peyaman digihîne û parêzerê bîranînan e jî.”
Deştî Cengî herwesa got, "Nasname û Newroz" ne tenê pêşangehek e, belkî gaziyek e ku Kurdan û çanda wan bi cîhanê bide nasandin. Li dawiyê, ev pêşangeh dê bibe mînakek ka çawa huner dikare di dema krîzan de ji bo rêya paşerojê bibe çirayeke geş."
Ev pêşangeh bi alîkariya Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat vekirin û 10 hunermendên Kurd ên şêwekarî tevlî wê bûn, ku ew jî ev in; Zahir Hisênî, Lane Kurdî, Yûsif Rega, Moîn Raman, Tavge Osman, Asya Axa, Xalid Sitar, Çinûr, Aşna Dewlet û Deştî.