Li Silêmaniyê pêşangeheke şêwekariyê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê şêwekar Lalo Çiya pêşangeha xwe ya kesî ya yekê di bin navê "Çirke û Ebediyet" de li Zanîngeha Silêmaniyê vekir. Ev pêşangeh bi rêya hunerî pirsiyarê li ser manaya mirinê û bêwijdaniya li beramber jiyana zindiyan dike.
Hunermendê şêwekar Lalo Çiya pêşangeha xwe ya taybet a yekê li Kolêja Hunerên Xweşik a Zanîngeha Silêmaniyê vekir, ku biryar e ev pêşangeh sê rojan li beramberî hezkiriyên hunerî vekirî bibe.
Lalo Çiya îro (Duşemem, 18ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê ragihand: "Ev pêşangeh ji du komên karên cuda cuda pêk tê, ku her yek ji wan bi awayekî taybet serederiyê ligel mirinê û wateyên wê dike.”
Navborî ron jî kir: “Di koma yekê de, sê tablo û sê pêkhateyên hunerî hatine pêşkêşkirin, ku rûyê mirina ji nişkê ve ya şeş caneweran li ser rêyên zanîngeh û cadeyên Silêmaniyê nîşan didin; Ew dîmenên ku her roj li ber çavên xelkê derbaz dibin û pir caran bê rawestan û raman jê derbaz dibin, li vê derê dibin navenda xebateke hunerî û daxwaza ramanê ji bîner dikin."
Rexneya li ser Deshilat û Medyayê bi Rêya Hunera Abstrak
Wî şêwekarî li ser para duyê ya pêşangehê jî eşkere kir ku bi rêya sê tabloyên abstrak çûye nav astekî fikrî û felsefî yê kûrtir û got: "Li vê derê laş û rûdanên fîzîkî yên mirinê namînin navend, belkî pirsiyar li ser awayê qalibkirina maneya mirinê tê kirin; ka çawa ziman, medya û îdeolojiyaya deshilatdar dikarin mana û bandorên mirinê şêlû bikin û bixin nav qalibê asayîbûnê."
Lalo Çiya tekez kir ku armanca wî tenê parastina mafê caneweran nîne, belkî ew balê dikişîne ser wê paralela ku di navbera mirina wan caneweran û hesta bêdeshilatiya mirovan a li beramber mirina xwe de heye. Wî diyar kir ku ew hêza bêwijdan a ku jiyana caneweran hildiwşîne, heman hêz e ku dikare li beramber mirov jî bêwijdan be.
Lalo Çiya hunermendekî şêwekar e û xelkê bajarê Silêmaniyê ye. Ew berî niha tevlî gelek pêşangehên hevpar ên şêwekariyê bûye, lê ev pêşangeh pêngava wî ya kesî ya yekê ye û bizavek e ji bo çêkirina rengvedan û danûstandinên ligel bîneran.