Heyva Sor a Îranî: 87 hezar cih di êrîşan de wêran bûne
Navenda Nûçeyan (K24) - Heyva Sor a Îranî ragihand ku, 289 dermanxane û nêzîkî 600 dibistanan ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê de zirar dîtiye û herwesa 87 hezar û 294 cihan jî bi giranî zirar dîtine.
Serokê Komeleya Heyva Sor a Îranî Pîr Huseynê Kolîvend îro (În, 27ê Adara 2026ê) ragihand, “Ji destpêka "destdirêjiyên Îsraîl û Amerîkayê" li ser Îranê ve, 87 hezar û 294 cihan zirar dîtine an jî bi temamî wêran bûne, ku 66 hezar û 261 yekîneyên xwecihbûnê û 20 hezar û 127 yekîneyên bazirganî vedigirin.
Pîr Huseynê Kolîvend ji rojnamevanan re got ku, piraniya wan cihên ku wêran bûne an jî zirar dîtine li parêzgeha Tehranê ne, ev yek jî nîşan dide ku êrîşên li ser paytext zêde bûne.
Navbirî tekez kir jî ku, berevajî hemî qanûnên navneteweyî, navendên derman, çareserî, tenduristî û hawarhatinê ketine ber wê êrîşê û hejmara wan gihîştiye 289 navendan.
Serokê Komeleya Heyva Sor a Îranî ron jî kir ku, 600 dibistan û 17 navendên Heyva Sor rasterast hatine armanckirin û bi tevahî wêran bûne an jî zirar dîtine ku êdî nayên bikaranîn.
Pîr Huseynê Kolîvend herwesa got ku, di van êrîşan de sê helîkopterên hawarhatinê û 48 timbêlên alîkariyê hatine armanckirin.