Hêzên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê êrîşî pîşesaziya hesin a Îranê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê şîrketên hesin li her du parêzgehên Xozistan û Esfehanê yên Îranê kirin armanc.
Ajansa Tesnîmê ya nûçeyan ragihand ku, balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê vê êvarê (În, 27ê Adara 2026ê) du êrîşên asmanî yên cuda cuda pêk anîn.
Cîgirê Parêzgarê Xozistanê ji bo Karûbarên Ewlehiyê Weliyola Heyatî ji ajansa Tesnîmê re ragihand ku, berî demeke kêm êrîşî kargeha pîşesaziya pola ya Xozistanê hatiye kirin lê zirarên wê êrîşê hîn nehatine texmînkirin.
Ji aliyekî din ve jî, Cîgirê Parêzgarê Esfehanê ji bo Karûbarên Ewlehiyê Ekber Salihî ragihand ku, her vê varê balafirên şer komelgeha Mubarekeyê ya pîşesaziya pola li Esfehanê bombebaran kir û zirareke zêde gihand wê komelgehê.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.