Li Bakurê Kurdistanê bizaveke nû ya Kurdistanî: "Platforma Neteweyî ya Kurd" tê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê bi beşdariya 400 kesayet, nûnerên partî û rêxistinan, konferanseke berfireh ji bo ragihandina bizaveke nû ya siyasî tê lidarxistin. Amadekarên vê bizavê dibêjin, "Kurd li Tirkiyeyê bêxwedî mane û DEM-Partî nûnertiya mafên neteweyî yên Kurdan nake."
Di qada siyaseta Kurdî ya li Bakur û Tirkiyeyê de liv û tevgereke nû dest pê dike, îro 28ê Adarê li bajarê Diyarbekirê konferanseke girîng tê sazkirin ku tê de "Platforma Neteweyî ya Kurd" bi awayekî fermî were ragihandin.
Endamê Rêveberiya Platforma Neteweyî ya Kurd, Ramazan Tuncer, derbarê sedemên avakirina vê platformê de wiha axivî: "Li Tirkiyeyê ji aliyê siyasî ve nûnertiya Kurdan nayê kirin, Kurd bêxwedî ne. Îro pêvajoyek bi rê ve diçe, lê ne diyar e ku ev pêvajo dê çi mafan bide Kurdan. Hin nîşan hene ku ev pêvajo dê mafên Kurdan nas neke. Ji bo parastina mafên milletbûnê û daxwaza statûyê, pêwîstiya me bi bizaveke nû hebû ku li beramberî dewletê mafên Kurdan biparêze."
Tuncer herwiha anî ziman ku partiyek bi serê xwe nikare di asta pêwîst de nûnertiya gelê Kurd bike û got: "Em dixwazin hemû partî, rêxistin û kesayetên serbixwe yên ku ji bo Kurdan statûyê dixwazin, di bin vê platformê de cih bigirin. Em ê bi hev re ji bo mafên neteweyî yên Kurdan têkoşînê bikin."
Amadekarên vê bizavê destnîşan dikin, armanca wan a sereke parastina mafên neteweyî yên Kurdan e. Li gorî dîtina wan, partiyên heyî yên mîna DEM-Partiyê nikarin nûnertiya daxwazên resen û mafên "milletbûnê" yên Kurdan bikin, lewma hewcedarî bi sîwaneke nû ya siyasî heye ku hemû rengên Kurdistanî li bin xwe kom bike.