Amerîka: Zanyariyên me hene ku Îran dixwaze welatiyên me li Sûriyeyê bike armanc
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê ji ber gefên Îranê yên li ser welatiyên biyanî, hişyariyeke ewlehiyê ya bilez weşand û bang li welatiyên xwe kir ku ji bo derketina ji wî welatî amade bin.
Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, zanyariyên wan li ser gefên Îranê hene ku welatiyên Amerîkî li hundirê axa Sûriyeyê dikin armanc. Balyozxaneyê bal kişand ser wê yekê ku Îranê li seranserê Rojhilata Navîn êrîşî cihên sivîl ên mîna hotel, firokehane û balyozxaneyan kiriye.
"Welatiyên biyanî di bin metirsiyê de ne"
Li gorî raporên balyozxaneyê, Îran plan dike ku li hundirê Sûriyeyê wan cihan bike armanc ku welatiyên biyanî lê nîştecî ne. Ji ber vê yekê, daxwaz ji welatiyên Amerîkî hat kirin ku:
- Li penagehan bimînin û pabendî rênimayên Wezareta Derve bin.
- Ji bo derketina ji Sûriyeyê planeke wan a lezgîn û amade hebe.
- Di dema rûdana her êrîşekê de demildest cihên xeternak bicih bihêlin.
- Ji her cure kombûn û xwepêşandanan dûr bikevin.
900 serbazên Amerîkayê li Sûriyeyê ne
Ev hişyarî di demekê de tê ku di van salên dawî de bingehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê bi dehan caran ji aliyê komên çekdar ên ser bi Îranê ve hatine armancgirtin. Amerîka jî di bersiva van êrîşan de gelek caran baregeh û kogên çekan ên van komên çekdar bombebaran kirine.
Niha li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê, derdora 900 serbazên Amerîkayê li çend bingehên cuda bicîh bûne. Armanca sereke ya mana van hêzan, têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞê û parastina ewlehiya navçeyê ye.