Îsraîlê hûrguliyên êrîşa li ser santralên atomî yên Îranê eşkere kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, zêdetirî 50 firokeyên şer di sê qonaxan de êrîşî binesaziya atomî û leşkerî ya Îranê kirine û derbeyeke giran li şiyana mûşekî û atomî ya Tehranê xistine.
Artêşa Îsraîlê îro 28ê Adarê bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X", hûrguliyên êrîşa asmanî ya berfireh a roja 28ê Adarê aşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê, operasyon li ser bingeha zanyariyên îstîxbaratî yên hûr hatiye kirin û binesaziyên leşkerî yên Îranê li sê navçeyên cuda hatine armancgirtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di nav armancên sereke de "Kargeha Ava Giran" a li bajarê Arakê hebû ku ji bo berhemên plûtonyûmê yê taybet bi çekên atomî dihat bikaranîn. Herwiha kargeheke taybet a berhemên teqemeniyê ya ji bo dewlemendkirina uranyumê li bajarê Yezdê jî bi giranî hat bombebarankirin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê diyar kir, êrîş bi sê qonaxan û di nava çend saetan de pêk hatiye. Di vê operasyonê de gelek kargehên pîşesaziya leşkerî û bingeheke Wezareta Bergiriyê ya Îranê hatine rûxandin. Hat ragihandin, ev navend ji bo çêkirina teqemeniyên pêşkeftî û dabînkirina çekan bo komên wekî Hemas û Hizbullahê dihatin bikaranîn. Herwiha kargehên çêkirina parçeyên mûşekên balîstîk û sîstemên dijîfiroke jî di nav armancan de bûn.
Artêşa Îsraîlê tekez kir, têkbirina van armancan, derbeyeke stratejîk û giran e li dijî şiyana Îranê ya ji bo çêkirina mûşekên balîstîk û çekên atomî. Îsraîlê her wiha ragihand, ew ê li ser lêdana pîşesaziya leşkerî ya Îranê berdewam bin, heta ku hemû wan şiyanên ku Tehranê di nava salan de ava kirine ji nav bibin.