Al-Monitor: Trump bêyî agahdariya Netanyahu "xeteke rasterast" bi Îranê re vekiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera "Al-Monitor" a Amerîkî aşkera kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bidawîkirina şer, bi sê berpirsên pilebilind ên Îranê re xeteke peywendiyê ya rasterast daniye, lê ev yek bêyî hevahengî yan agahdarkirina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêk hatiye.
Li gorî raporta malperê ku ji zarê berpirsekî pilebilind ê ewlehiyê yê Îsraîlî girtiye, Trump karîbûye rêyeke peywendiyê bi wan berpirsên Îranî re bibîne ku niha desthilat di destê wan de ye. Ew sê berpirsên Îranî ev in:
- Mihemed Baqir Qalîbaf: Serokê Parlamentoya Îranê.
- Elî Ebdullahî: Fermandê Baregeha Navendî ya Xatemul-Enbiya.
- Mucteba Xameneyî: Kurê Elî Xameneyî ku di raportê de wekî "Rêberê Bilind ê nû" hatiye binavkirin.
"Biryara giran a rawestandina şer"
Heman berpirsê Îsraîlî diyar kiriye ku niha karûbarên Îranê di destê van her sê kesan de ne, lê ew hîn jî di girtina biryareke dawî de dudil in. Tê gotin ku ew nikarin mîna Xumeynî (di sala 1988an de) biryareke giran bidin ku şer rawestînin û "piyala jehrê" vexwin.
Îsraîl dilsar e: Amerîkayê rê li êrîşên enerjiyê girtiye
Di raportê de hatiye destnîşankirin ku Îsraîl ji ber helwesta Washingtonê di nav "bêhêvîtiyê" de ye. Tevî ku Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser kargehên çekan û kogên mûşekan ên Îranê tund kirine, lê Amerîkayê rê lê girtiye ku binesaziya aborî û kerta enerjiyê ya Îranê bike armanc. Heta hatiye gotin ku Amerîkayê soz daye Tehranê ku heta 6ê Nîsana bê, ti êrîş li ser kerta enerjiyê ya wî welatî neyên kirin.
Peywendiyên Trump û Netanyahu sar bûne
Çavkaniyên dîplomatîk ên Îsraîlî tekez dikin, Netanyahu ti agahiyek li ser niyeta Trump a ji bo bidawîkirina şer bi vê rêyê nebûye. Her wiha hatiye gotin ku hejmara peywendiyên telefonî yên Koşka Spî ji bo nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê bi awayekî berçav kêm bûye.
Li aliyê din, di dawiya meha Adarê de Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Wezîrê Derve Marco Rubio bi serê xwe dest bi peywendiyan ligel berpirsên navçeyê kirine. Ev yek wekî nîşaneya dîplomasiyeke nû ya Amerîkayê tê dîtin ku tê de Tel Avîv êdî ne biryarderê sereke ye.