Serokê Amerîkayê Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi boneya Cejna Newrozê nameyeke pîrozbahiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û di dawiya nameya xwe de bi Kurdî nivîsî: "Newroz Pîroz".
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump peyameke taybet a pîrozbahiyê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandiye. Trump di nameya xwe de pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî Serokê Herêmê û gelê Kurdistanê kirin.
Donald Trump di nameya xwe de bal kişand ser wateya dîrokî û sembolîk a Newrozê û nivîsî: "Newroz, pîrozkirina hatina biharê ye. Her wiha bercestekirina serkeftina herdemî ya ronahiyê li ser tariyê ye. Ev cejna deman û kevnar, her sal îfadeya hêza destpêkên nû ye."
Serokê Amerîkayê di berdewamiya peyama xwe de hêviyên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman û got: "Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku ev Newroz bibe sedema xurtkirina nirxên aştî û rûmeta mirovahiyê; hêvî dikim sala nû tije xêr û xweşî be."
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêmê, Trump Newroz li hemû kesên ku vê cejnê pîroz dikin pîroz kiriye û di dawiya nameya xwe de bi zimanê Kurdî nivîsî: "Newroz Pîroz".