Diyarbekir.. Platforma Neteweyî ya Kurd hat ragihandin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi navê Platforma Neteweyî ya Kurd rêxistinek nû hat avakirin. Di konferansa avakirina Platforma Neteweyî ya Kurd de beşdaran amaje kirin ku li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi siyasetek nû ya neteweyî heye û Platforma Neteweyî Ya Kurd jî de hewil bide nava hemû rengên Kurdistanî de yekîtiyeke xurt ava bike û daxwaza mafên neteweyî yên kurdan bike.

Di meha sibatê de ji aliyê 100 kesayetên kurd ve li Bakurê Kurdistanê bangewaziya Konferansa Avakirina Platforma Neteweyî ya Kurd hatibû kirin û di vê çarçoveyê de, Konferansa Avakirina Platforma Neteweyî ya Kurd li Diyarbekirê dest pê kir. Amadekarên Konferansê bal kêşandin ku êdî dem hatiye li Bakurê Kurdistanê siyasetek nû ya neteweyî were meşandin û civak jî di vê hêviyê de ye.

Rêveberê Platforma Neteweyî Ya Kurd Şêx Baha Mûtlû ji K24ê re got: “Li Bakurê Kurdistanê siyaset xetimiye, em dixwazin jiberan xirap bikin û siyasetek nu bidin ber Bakurê Kurdistanê.”

Rêvebera Platfrma Neteweyî Ya Kurd Keybanû Etrûş diyar kir: “Armanca me ew e ku bo kurdan û zimanê kurdî statuyek wer bidestxistin û kurd bi hemu rengên xwe werin cem hev.”

Beşdarên konferansê anîn zimên ku hemu siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê ku pêvajoya çareseriyê niha dimeşe, hem jî konjonktura Rojhilatanavîn li ser kurdan ferz dike ku xeteke neteweyî ya xurt ava bikin û ji aliyê rêxistinên kurdistanî ve nunertiya daxwaza mafên neteweyî were kirin.

Nıvîskar Adnan Firat Bayar dibêje: “Kurd divê ne ew cihê ku dewlet nîşanî wan dide be cih bigirn, divê kurd cihê xwe diyar bikin, ev konferans jî ber wê tê li darxistin.”

Beşdarê Konferansê Aryan Azad jî got: “Armanc ew e ku li Bakurê Kurdistanê siyasetek netewey^ya alternatif derbikeve holê.”

Di konferansa damezirandin Platforma Neteweyî Ya Kurd de, biryar hat dayîn ku meclîsek were avakirin û paşê jî bo lidarxistina kongreyeke neteweyî kar û xebat werin meşandin.