Artêşa Sûriyeyê: Ji Iraqê ve bi dronan êrîşî bingeha Tinifê hate kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, hêzên wan rûbirûyî êrîşeke dronî bûne ku bingeha leşkerî ya Tinifê ya li başûrê Sûriyeyê dikir armanc. Hat tekez kirin ku diron ji hundirê axa Iraqê ve hatine şandin.
Berdevkê Desteya Operasyonan Elî Mehmûd îro 28ê Adarê di daxuyaniyekê de diyar kir, sîstemên berevaniya asmanî karîbûn dronan berî ku bigihîjin armanca xwe bişikînin. Mehmûd destnîşan kir jî, li gorî lêkolînan ew dron ji kûrahiya axa Iraqê ve hatine avêtin û navçeya Tinifê armanc girtine.
Bingeha Tinifê li ser "sêgoşeya sînorî" ya Sûriye, Iraq û Urdinê ye û xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Ev herêm bi berdewamî dibe qada girjiyan û gelek caran ji aliyê komên çekdar ên li Iraqê ve bi mûşek û dronan tê armancgirtin.
Li herêma Tinifê bingeheke leşkerî ya hêzên Amerîkayê jî heye û di demên borî de ew bingeh jî rastî zincîreyeke êrîşên dronên xwekuj hatibû.
Roja 23ê Adarê jî li dijî bingeha "Xerab el-Cîr" a li Rojavayê Kurdistanê pêk hatibû. Di wê êrîşê de 6 dron hatibûn bikaranîn.