Artêşa Îranê: Êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî bêrêziya li hember aramiya Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Peywendiyên Giştî yên Artêşa Îranê êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê Dihokê, wek binpêkirina mafên navneteweyî û bêrêziya li hember aramiya Herêma Kurdistanê pênase dike.

Artêşa Îranê êvariya îro 28ê Adarê di daxuyaniyekê de artêşa Îsraîlê bi wê êrîşa dronî tawanbar kir û amaje bi wê yekê da ku Îsraîlê bi plana Amerîkayê ew êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li bajarê Dihokê pêk aniye. 

Li gorî daxuyaniyê, ev ne tenê binpêkirineke berçav a yasayan û peymanên navneteweyî û bêrêziyê li hember ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye, lê belê berdewamiya xerabkariyê li dijî aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî ye.

Her wiha di daxuyaniya Artêşa Îranê de hatiye ku reftarên hevbeş û metirsîdar ên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî ewlehî û aştiya cîhanê, hemû yasa û rêzikên navneteweyî binpê kirine û divê Encûmena Asayişê ya Navneteweyî berpirsyariya xwe bicih bîne.