Wezareta Navxwe: Tenê ji çavkaniyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahiyan werbigirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan kir ku, tenê ji çavkaniyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahiyan werbigirin. Bang li kanalên medyayê jî kir ku, bi baldarî serederiyê ligel her nûçeyeke têkildarî ewlehiya welatiyan be bikin.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) daxuyaniyek weşand û tê de got, “Ji ber wê rewşa ku li deverê û Iraqê heye, hin çavkanî agahdariyên nerast li ser rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê belav dikin, da ku rewşê zêdetir aloz bikin û tirs û nîgeraniyê li nav welatiyan belav bikin.”

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, “Em welatiyan agehdar dikin ku, tenê ji çavkaniyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdariyan di vî warî de bistînin û nekevin bin bandora propagandaya neyaran.”

Wezareta navbirî herwesa bang li medyayê jî kir ku, bi baldarî serederiyê ligel her nûçeyeke têkildarî ewlehiya welatiyan be bikin û bêyî piştrastkirina bi aliyên têkildar re agahdariyên nerast belav nekin.