Li Neynawa û Selahedînê êrîşî hêzên Heşda Şeibî hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Du cihên leşkerî yên girêdayî hêzên Heşda Şeibî li parêzgehên Neynawa û Selahedînê li serê sibeha îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) ji aliyê balafirên şer ên nenas ve hatin bombebarankirin.

Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê ku ji medyaya navxweyî re ragihandiye, sê êrîşên asmanî li ser bingeheke Ketîbeyên Seyîdu Şuhedayê li devera Reşîdiyeyê li pişt Nexweşxaneya Îbn Sînayê ya Mûsilê hatin kirin.

Wê çavkaniyê herwesa got ku, tu zirareke canî ji wê êrîşê çê nebûye, tenê zirarên madî hebûne. Herwesa got ku, hêzên ewlehiyê cihê wê bûyerê dorpêç kiriye û dest bi lêkolînan kiriye.

Di çarçoveyeke têkildar de, çavkaniyeke din a ewlehiyê belav kiriye, cihek ku wekî "L52" tê naskirin û girêdayî hêzên Heşda Şeibî ye li nêzî xala kontrolê ya Xurmatûyê, li rojhilatê parêzgeha Selahedînê rastî êrîşeke asmanî hatiye, lê heta niha tu agahî li ser zirarên canî û madî nehatine eşkerekirin.

Paştir Desteya Heşda Şeibî bi xwe jî li ser wê êrîşê daxuyaniyek weşand û tê de got, “Bingehên Heşda Şeibî li parêzgeha Neynawayê li serê sibeha îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatin armanckirin.”

Desteya navbirî herwesa ragihandiye, “Sê êrîşên asmanî li ser wan bingehan hatine kirin, ku êrîşa yekê bingeha Lîwaya 14ê ya Fermandariya Operasyonên Neynawayê ya Heşda Şeibî kiriye armanc, êrîşên duyê û sêyê jî bingehên çarê yên girêdayî eynî lîwayê kirine armanc.”