Civîneke çaralî ji bo rawestandina şerê Îranê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Paytexta Pakistanê îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) mêvandariya civîneke çaralî di navbera Misir, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de dike, da ku pêşketinên rewşa deverê di çarçoveya şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de bên nîqaşkirin.

Wezîrê Derve yê Misrê Bedir Ebdilatî duhî (Şemî, 28ê Adara 2026ê) danê êvarê ji bo tevlîbûna di wê civîna çaralî de gihîşt Îslamabadê.

Wezaretê Derve ya Pakistanê di ragihandinekê de got ku, Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar li Balafirgeha Navneteweyî ya Nûrxanê pêşwaziya hevtayê xwe yê Misrî kir.

Wezaretê Derve ya Pakistanê herwesa got ku, ew serdan ne tenê ji bo tevlîbûna di civîna çaralî de ye, belkî ji bo nîqaşkirina rêyên xurtkirina têkiliyên di navbera Pakistan û Misrê de di gelek waran de li paşerojê ye. Eşkere jî kir ku, rewşa niha ya deverê serpişka karên wan e.

Tê payîn ku, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî vê sibehê ji bo tevlîbûna di wê civînê de bigihîjin wî welatî.

Wezareta Derve ya Pakistanê ev civînek wekî civîneke pir girîng li bin ronahiya pêşketinên deverê wesf kir.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar amadebûna welatê xwe ji bo her karekî ku bibe sedema kêmkirina rageşiyên deverê û bidawîkirina vî şerê niha anî ziman.

Mihemed Îshaq Dar herwesa got ku, wezîrên derve yên her sê welatên Tirkiye, Erebistana Siûdî û Misrê di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di wê civîna sereke de dê civînên cuda cuda jî bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re jî bikin.

Navbirî tekez jî kir ku, welatê wî di rojên borî de peyam di navbera aliyên şer de veguhestine, xasma jî di navbera Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê û Îranê de, wekî pêngavek ji bo nêzîkkirina nêrînan.

Ev civîna çaralî ya di navbera Pakistan, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Misrê de li destpêkê hatibû plankirin ku li Tirkiyeyê hatibam lidarxistin, lê ji ber mayîna wezîrê derve yê Pakistanê li welatê wî, ew civîn ji bo Îslamabadê hat veguhestin.

Ev civîn wekî bizavekê ji bo afirandina eniyeke hevpar a welatên Îslamî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê yên deverê tê dîtin.