ENKSê êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi tundî êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û bang li Bexda û Washingtonê kir ku aramiya Herêmê biparêzin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li dijî êrîşa dronî ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê DIhokê nîşan da. ENKSê ev êrîş wekî "çalakiyeke krîmînal û metirsîdar" binav kir ku rasterast aramiya Herêma Kurdistanê dike armanc.

Di daxuyaniya ENKSê de hat diyarkirin, ev êrîş ji aliyê komên çekdar ên ser bi Îranê ve hatiye kirin û got: "Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya hemû yasayên navdewletî û mirovî ye. Armanca wê têkbirina serweriya Herêma Kurdistanê, xirabkirina ewlehî û aramiyê û gefxwarina li saziyên şer’î yên Herêmê ye."

ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku berpirsiyariya xwe ya destûrî û yasayî bicih bîne û rêkarên tund li dijî wan komên derveyî qanûnê bigire da ku êrîşên bi vî rengî dubare nebin.

Herwiha ENKSê bang li civaka navdewletî û bi taybetî li Amerîkayê kir ku gelê Kurdistanê û aramiya Herêmê biparêzin û rê li ber her cure destwerdan an êrîşên ku serweriya Herêma Kurdistanê û ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê, bigirin.

ENKSê di dawiyê de piştrast kir ku ew di her şert û mercî de li gel gelê Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên fermî ne.