Şaxewan Ebdullah: Li Parlementoya Iraqê hişmendiyeke şovînî û dîktatorî heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona PDKê li Parlementoya Iraqê ragihand, hikûmeta federal bi temamî haydarî wan aliyan e ku bi mûşek û dronan êrîşî Herêma Kurdistanê dikin, lê ji ber ku ew hêz xwe ji dewletê mezintir dibînin, Bexda nikare rê li ber wan bigire.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah îro 29ê Adarê li qezaya Soranê serdana malbatên wan Pêşmergeyan kir ku di êrîşên mûşekî yên Îranê de şehîd bûbûn. Ebdullah li wir di konferanseke rojnamevaniyê de êrîşên Îranê wekî "neheqiyeke mezin" binav kir û rexneyên tund li siyaseta Bexdayê girt.
Şaxewan Ebdullah amaje bi wê kir ku wekî Serok Mesûd Barzanî jî tekez kiriye, Herêma Kurdistanê ne beşek ji wî şerî ye ku niha nevçe girtiye bin bandora xwe. Herwiha got: "Siyaseta Herêmê ber bi aştî û aramiya navçeyê ve ye. Ew êrîşên ku li ser Pêşmergeyan hatine kirin, neheqî û tawaneke mezin e û tI hincetan qebûl nake."
Derbarê êrîşên dronî û mûşekî yên li ser Kurdistanê de, Şaxewan Ebdullah destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê nasnameya êrîşkeran bi başî dizane, lê nikare tui gavan li dijî wan bavêje. Herwiha got: "Bexda nikare rê li ber wan bigire, ji ber ku ew hêzên çekdar xwe ji hikûmeta Iraqê mezintir dibînin."
Serokê Fraksiyona PDKê rexneyên tund li hişmendiya nav Parlementoya Iraqê girt û diyar kir ku hinek aliyan hewl dane rê li ber xwendina daxuyaniya wan a şermezarkirina êrîşên ser Pêşmerge bigirin. Herwiha got: "Li nav parlementoyê hişmendiyeke şovînî û dîktatorî heye, lê em li ser xwendina daxuyaniya xwe bi biryar bûn."
Şaxewan Ebdullah herwiha rexne li Serokê Parlementoyê jî girt û got ku nabe ew bi "henaseyeke partîtî û alîgirane" biryaran bide.
Derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de, Şaxewan Ebdullah aşkera kir ku daxwazek ji bo civîna parlementoyê ya derbarê hilbijartina Serokkomar de heye. Lê belê wî nêrîna PDKê wiha anî ziman: "Li gorî me di vê qonaxê de hilbijartina Serokwezîr giringtir e. Lê belê piraniya serkirdeyên siyasî yên Iraqê li ser wê yekê li hev kirine ku Serokkomar û Serokwezîr bi hev re bên hilbijartin."