Fuad Husên: Em rê nadin axa Iraqê ji bo êrîşkirina ser cîranên me were bikaranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di civîna Komkara Erebî de ragihand, welatê wî pabendî parastina serweriya xwe ye û rê nade axa Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran were bikaranîn.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên serokatiya şandeya welatê xwe di xula 165an a civînên Encûmena Komkara Welatên Erebî de kir. Husên di gotara xwe de bal kişand ser metirsiyên aloziyên leşkerî yên li navçeyê û helwesta fermî ya Bexdayê aşkere kir.

Fuad Husên tekez kir, Iraq naxwaze bibe qada şer û got: "Iraq nabe qada yeklakirina nakokiyên navçeyê û em nabin alîgirê ti şer û pirsgirêkan." Herwiha destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê rê nade ku sînor û axa wê ji bo ti destdirêjiyên li dijî welatên cîran were bikaranîn.

Fuad Husên herwiha diyar kir, karê herî pêşîn ê hikûmeta Bexdayê parastina serweriya welat û rêgirtina li her karekî ye ku zirarê bide ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn.

Di beşeke din a gotara xwe de, Fuad Husên behsa peywendiyên bi welatên Erebî re kir û got: "Em ewlehiya welatên Erebî wekî parçeyekî jêneveqetandî yê ewlehiya niştimanî ya Iraqê dibînin."