Lûtkeya Îslamabadê nexşerêyeke agirbestê bo Rojhilata Navîn amade dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên Derve yên Pakistan, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Misirê li Îslamabadê civiyan, da ku rêyekê ji bo dawîkirina herdemî ya şerê navbera Amerîka û Îranê bibînin. Herwiha Çînê piştgiriya xwe ji bo danûstandinên li Pakistanê ragihand.
Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar îro 29ê Adarê di daxuyaniyeke vîdyoyî de aşkera kir, welatê wî ligel nûnerên pilebilind ên Erebistana Siûdî, Tirkiye û Misirê gotûbêjên kûr encam dane. Armanca van hevdîtinan dîtina rêyên guncayî ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn bi awayekî herdemî û pêşwext e.
Wezîrê Derve yê Pakistanê bal kişand ser wê yekê ku her sê welatan (Siûdî, Tirkiye û Misir) baweriya xwe ya tam bi hewlên navbeynkariyê yên Pakistanê anîne. Dar herwiha tekez kir jî, Çîn bi temamî piştgiriya mêvandariya Pakistanê dike ji bo lidarxistina lûtkeyeke aştiyê ya di navbera şandeyên Amerîka û Îranê de li Îslamabadê.
Îshaq Dar di peyama xwe de got: "Em ji bo serkeftina rêya dîplomasiyê peywendiyên xwe bi hemû aliyan re berdewam dikin. Em bawer dikin ku danûstandin tenê bijarde û binyada sereke ye ji bo dawîkirina vî şerê bixwîn."
Ev liv û tevgera dîplomatîk di demekê de ye ku şerê leşkerî yê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê derbasî meha xwe ya duyemîn bûye. Hewlên welatên navçeyê û hêzên navdewletî zêde bûne, da ku rê li ber berfirehbûna şer bigirin û nexşerêyekê ji bo agirbesteke giştî amade bikin.