Serokatiya Parlemana Iraqê: Êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî metirsiyeke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Parlemana Iraqê bi tundî êrîşên li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê û saziyên sivîl ên li parêzgeha Dihokê şermezar kirin û hişyarî da ku ev cure êrîş welat ber bi metirsiyeke mezin ve dikişînin.

Serokatiya Parlemana Iraqê îro 29ê Adarê di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya li dijî armanckirina mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û çend saziyên hikûmî û sivîl ên li Herêma Kurdistan û Dihokê ragihand.

Di daxuyaniya parlemanê de hat gotin: "Ev êrîş geşedaneke metirsîdar a ewlehiyê ne û bi temamî têne şermezarkirin. Ev çalakî bi ti awayî di berjewendiya bilind a welat de nînin û bingeha aramiya giştî dihejînin."

Serokatiya Parlemana Iraqê tekez kir ku divê demildest sînorek ji bo van cure binpêkirinan were danîn û wiha bang li dezgehên dewletê kir: "Em daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku rêkarên pêwîst û yasayî bigirin, da ku rê li ber pîlanên bi vî rengî were girtin. Ev êrîş Iraqê ber bi nearamiyeke ewlehî û siyasî ya tirsnak ve dikişînin ku gefê li paşeroja welat dixwe."

Ev helwesta parlemanê piştî wê yekê tê, duh bi rêya dronan êrîşî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê û çend navendên din ên sivîl hatibû kirin, ku vê yekê karvedaneke tund a navxweyî û navdewletî li pey xwe anî.