Brîtanya êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Brîtanyayê di peywendiyeke telefonî de ragihand: Welatê wê bi girîngiyeke mezin li aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û pabendbûna berdewam a alîkarî û piştgiriyên Brîtanyayê tekez kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro 29ê Adarê peywendiyeke telefonî ji Wezîra Derve ya Brîtanyayê Ivet Cooper wergirt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, di peywendiya telefonî de Cooper bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û êrîşa dronî ya duh a li ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir, herwiha hevxemî û piştgiriya xwe ji bo Serokê Herêmê û malbatên wan Pêşmergeyên qehreman derbirî ku di êrîşên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê de şehîd û birîndar bûne.

Serokatiya Herêmê destnîşan kir, Wezîra Derve ya Brîtanyayê tekez kir ku welatê wê bi girîngiyeke mezin li aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û pabendbûna berdewam a alîkarî û piştgiriyên Brîtanyayê tekez kir.

Herwiha ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya Cooper û piştgirî û alîkariyan Brîtanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir, herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek û nabe beşek ji şer.

Di mijareke din a peywendiyê de, derbarê proseya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, geşedanên dawî yên şer û bandorên wî yên li ser navçe û cîhanê, nêrînên xwe parve kirin. Di vê barê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya dîtina çareseriyên aştiyane û zêdekirina hewlên dîplomatîk ji bo bidawîbûna şer kirin.