Wezareta Derve ya Îranê: Pêşniyarên Washingtonê bi ti awayî ne lojîkî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser zanîngehên wî welatî wekî "nîşana bêhêvîtî û şikestinê" binav kir û ragihand, ew êdî baweriya xwe bi ti garantiyan naynin.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî îro 29ê Adarê li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X" rexneyên tund li êrîşên nû yên hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê girtin û bal kişand ser wê yekê ku dijminên welatê wî berê zanyarên Îranî teror dikirin û bingehên atomî bombebaran dikirin, lê niha êrîş gihîştine asta zanîngehan.

Araqçî di peyama xwe de got: "Îsraîl û hevparê wê yê tawanbar (Amerîka) wisa dihesibînin ku zanist bi bombeyan jinav diçe. Ev kiryarên wan tenê nîşana bêhêzî û bêhêvîtiya wan e û ti tiştî di rastiyê de naguherîne." Wezîrê Îranî tekez kir, ev êrîş dê bibe sedem ku ciwan û zanyarên welat bi daxwazeke mezintir ber bi zanist û pêşvebirina şiyanên xwe ve biçin.

Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ew êdî pişta xwe bi ti garantiyeke navdewletî girê nadin. Beqaî derbarê pêşniyarên Washingtonê yên ku bi rêya aliyên sêyem gihîştine wan de got: "Ew pêşniyar bi ti awayî ne lojîkî ne."

Beqaî destnîşan kir, ezmûnên borî nîşan dane ku garantiyên Amerîkayê ne rastîn in û got: "Îran neçar e hemû şiyanên xwe bikar bîne, da ku piştrast bibe êrîşên bi vî rengî dubare nabin. Divê em bi xwe ewlehiya xwe dabîn bikin."

Berdevkê Wezaretê herwiha rexne li Amerîkayê girt ku "mafên rewa û bingehîn ên gelê Îranê" dike mijara danûstandinan û ev yek wekî "nebûna niyazpakiya Washingtonê" pênase kir.