Trump: Îranê piraniya şertên me qebûl kirine

Trump: Ger Îran pabend nebe, dewleta wan dê bê hilweşandin

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku, Hikûmeta Îranê bi tevahiya daxwazên Amerîkayê pabend dibe. Herwesa hişyar da Tehranê û got ku, pabendnebûn tê wê manayê ku "êdî tiştek bi navê dewleta Îranê namîne."

Trump di balafira xwe ya taybet de dema ku ji ‘Mar-a-Lago’yê vedigeriya Waşintonê daxuyaniyek da û eşkere kir ku, encamên danûstandinan bi rastî nayên pêşbînîkirin, lê tekez jî kir ku vebijarkên leşkerî û weşandina guerzên nû hîn jî li ser maseyê ne, heke pêdivî bike.

Serokê Amerîkayê eşkere jî kir ku, Tehran bi piraniya wan 15 xalên ku Waşintonê pêşkêş kiribûn razî bûye. Ev jî wekî delîlê cidîbûna Îraniyan hesiband. Trump geşbîniya xwe anî ziman û ragihand, “Dibe ku di hefteya bê de em bigihîjin lihevkirina dawiyê.”

Trump li ser naveroka wan daxwaziyan jî got, "Waşinton ji Tehranê dixwaze ku bi tevahî dev ji çekên xwe yên atomî berde û ew 'mîqdara atomî ya ku heye' radest bike, ku li westgehên Netenz, Fordo û Esfehanê hatine bidestxistin.” Ew westgeh li sala 2025ê ketibûn ber êrîşên asmanî yên Amerîkayê.”

Trump herwesa got ku, danûstandin bi her du awayên rasterast û nerasterast bi rêya nûneran berdewam in û ew pêvajo pir baş dimeşe, lê zêdetir hûrgilî li ser nasnameya navbeynkaran eşkere nekirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.