Welatiyên Rojava: Armanca êrîşên li ser Kurdistanê têkdana aramiya wê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Welatiyên Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Ew wan êrîşan wekî têkdana tenahiya deverê dibînin û piştgiriya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dikin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye Neşet Zaza di derheqa êrîşên li pey hev ên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin de ji Kurdistan24ê re ragihand, "Ev kar ji hêla komên çekdar ên girêdayî Îranê ve tên kirin û armanca wan jî ew e ku krîzên xwe yên navxweyî ji bo derve veguhêzin û aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin.”

Neşet Zaza herwesa got, “Herêma Kurdistanê di Iraqê de mînakeke xweşik a pêkvejiyan û tenahiyê ye, lê ev kom naxwazin ku ew dever aram bimîne û dixwazin wê ezmûnê ji holê rakin.”

Di vê navberê de, cadeya Rojavayê Kurdistanê û welatiyên bajarê Qamişloyê jî bi tundî li dijî wan êrîşan derdikevin û piştgiriya xwe ji bo Başûrê Kurdistanê tekez dikin.

Welatiyekî bajarê Qamişloyê bi navê Teysîr Ebdilezîz got, "Em van êrîşan bi her awayî red dikin, bi taybetî li ser Herêma Kurdistanê û Baregeha Barzanî tên kirin. Em bi dil û can bi Herêma Kurdistanê re ne."

Welatiyekî din bi navê Yasîn Bozan jî got, “Dijmin dixwazin Başûrê Kurdistanê bikişînin nav şer. Ew dixwazin Herêma Kurdistanê tevlî bikin lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir bi aqilane tevgeriyaye û ragihandiye ku ew ne parek ji wê pevçûnê ye. “

Welatiyekî din ê Qamişloyê bi navê Serbest Berfo tekez kir, “Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştgirên bihêz ên Herêma Kurdistanê ne û dê bi hemî şiyanên xwe li kêleka wan bisekinin.”

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.