Îranê kuştina Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran piştrast kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdarên Îranê kuştina fermandarê xwe yê hêzên deryayî piştrast kir.
Artêşa Pasdarên Îranê îro (Duşem, 30ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de kuştina fermandarê xwe yê hêza deryayî Elî Reza Tengsîrî piştrast kir.
Artêşa Îsraîlê li roja Pêncşemê, 26ê Adara 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Tengsîrî di êrîşekê de li Bendera Ebasê hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê herwesa gotibû ku, ew fermandarê artêşa Pasdaran berpirsiyarê sereke yê girtina Tengava Hurmizê ji bo keştîyên bazirganî bû.
Elî Reza Tengsîrî yek ji fermandarên payebilind ên leşkerî yên Îranê bû û di meha Tebaxa sala 2018ê de ji aliyê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî ve wekî Fermandarê Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran hatibû destnîşankirin.
Tengsîrî di pêşxistina şiyanên hêza deryayî ya Îranê de, xasma jî di warê çêkirina belelmên bilez, dron û mûşekan de, roleke sereke dilîst. Wî berdewam gefên girtina Tengava Hurmizê ji bo keştîyên bazirganî dixwarin û gelek caran gefên rûbirûbûna rasterast li hêzên Amerîkayê li nav avên Kendavê dixwarin.
Ji ber rola wî ya di gefxwarina li hatinûçûna deryayî de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li sala 2019ê navê wî xist nav lîsta terorîstên cîhanî. Tangsîrî pêştir çavdêriya girtina 10 deryavanên Amerîkayî li nav avên Kendavê kiribû.