Wezareta Berevaniyê ya Iraqê: Balafireke leşkerî li Bexdayê hat pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku, bi rêya çend mûşekên ‘Grad’ êrîşî bingeheke asmanî ya Bexdayê hat kirin û di encamê de balafireke leşkerî ya Antonov-132 hat pûçkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê îro (Duşem, 30ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de got ku, saet 01:55 ê piştî nîva şevê bingeha asmanî ya "Şehîd Mihemed Ela"yê bi mûşekên Grad ên 122 mm hat armanckirin, ku ji derdora Bexdayê hatibûn avêtin.

Li gorî wê daxuyaniyê, di encama wê êrîşê de balafireke Antonov-132 a girêdayî hêza asmanî ya Iraqê bi tevahî hat pûçkirin, lê tu zirarên canî jê çê nebûne. Aliyên têkildar dest bi rêkarên pêdivî kiriye, ji bo nirxandina ziraran û dîtina çavkaniya avêtina wan mûşekan.

Wezareta Berevaniyê ew êrîş wekî "karekî tawankarî yê tirsonekane" binav kir, ku dezgehên leşkerî û şiyanên berevaniyê yên welat dike armanc. Tekez jî kir ku, hêzên ewlehiyê parêzerên gel û welat in û bikaranîna çek, alav û balafirên şer kiryareke têkderane ye ji bo şêwandina ewlehiya Iraqê.

Wezareta navbirî herwesa got, "Wezaret dê dudil nebe ku kesên ewlehî û serweriya Iraqê binpê dikin bişopîne û ev kiryar dê rêyê li ber amadebaşiya hêzên me negirin, bersiva me jî dê di çarçoveya qanûnê de û ji bo parastina tenahiya welat tund be."

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.