Li Herêma Kurdistanê hemî ezmûn û nirxandinên li dibistanan hatin rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku hemî ezmûn û nirxandinên li dibistanan bên rawestandin û tekez kir ku tenê pêvajoya perwerdehiya serxet (online) dê bê kirin.
Rêveberê Giştî yê Ezmûnan li Wezareta Perwerdehiyê Nuredîn Osman Seîd îro (Duşem, 30ê Adara 2026ê) di nivîsarekê de ji hemî rêveberiyên giştî yên perwerdehiyê yên Herêma Kurdistanê re ragihand, “Piştî ragihandina pêvajoya xwendinê ya elektronîkî û serxet, hemî nirxandin û ezmûnên li dibistanan dê bên rawestandin.”
Di wê nivîsarê de hatiye gotin ku, bi tu rengan destûr bi xwendekaran nayê dayîn ku biçin dibistanan û di vê qonaxê de tenê pêvajoya xwendina elektronîkî û serxet dê hebe.
Ev biryar hemî dibistanên giştî û taybetî yên di sîstemên wezaretê û navneteweyî de vedigire.
Di derheqa dibistanên navneteweyî de jî ron kir ku, her dibistaneke ezmûneke navneteweyî hebe û bi dem û dîroka derve re girêdayî be, divê pêşwext bi nivîsareke fermî wezaretê agahdar bike da ku destûr jê re bê dayîn û hêsankarî jê re bên kirin.