Îsmaîl Beqayî: Me danûstandinên rasterast bi Amerîkayê re nekirine

Îsmaîl Beqayî
Îsmaîl Beqayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku, welatê wî heta niha tu danûstandinên rasterast bi Amerîkayê re nekirine. Eşkere jî kir ku, hemî peyamên ku li ser daxwaza Waşintonê ji bo danûstandinan gihîştine aliyê Îranê bi rêya navbeynkaran hatine şandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (Duşem, 30ê Adara 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de got, "Civînên ku li Pakistanê tên kirin bi biryara wan welatan bi xwe bûye û em tevlî wan nebûne." Herwesa got, “Ev nîşan dide ku helwesta Îranê mukom û zelal e, berevajî aliyê din ku her tim helwestên xwe diguherîne.”

Îsmaîl Beqayî herwesa got, “Xwesteka welatên deverê ji bo bidawîanîna şer tiştekî normal e, lê divê ew welat bizanin kê li pêşiyê dest bi şer kiriye.” Tekez jî kir, “Îran pir baş dizane ku ji danûstandinan çi dixwaze, lê ew daxwazên ku jê re hatine şandin mezin û nelojîkî ne.”

Navbirî eşkere jî kir, “Erkê yekê yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî şermezarkirina binpêkirinan e, ku heta niha nekiriye.” Herwesa got, “Îran erkê xwe bi cih tîne û danûstandinên pêdivî kirine, lê daxwazên wê hîn jî hilawîstî ne û hemî şertên wê nehatine bicîhanîn.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ron jî kir, “Biryara şer û aştiyê li welat di destûra bingehîn a Îranê de bi zelalî hatiye nasandin.” Tekez li ser pabendbûna Îranê bi çarçoveya qanûnî û destûrî di birêvebirina karûbarên girêdayî pevçûn û danûstandinan de jî kir.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî di wî warî de gotibû, “Dijmin bi eşkereyî peyamên danûstandinan dişîne, di eynî demê de jî bi dizî ve êrîşa bejayî plan dike.”