Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê: Em bi baldarî çavdêriya pêşhatên navçeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, sîstemên berevaniya asmanî yên NATOyê mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê ber bi axa Tirkiyeyê ve hatibû avêtin, li nav sînorê welat xistine xwarê.

Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyeyê îro 30î Adarê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir, ji Îranê mûşeka balîstîk a çaremîn ber bi axa Tirkiyeyê ve hatiye avêtin. Mûşek li asmanê Tirkiyeyê, ji aliyê sîstemên berevaniya asmanî yên NATOyê ve hatiye hatiye têkbirin.

Wezareta Berevaniyê bal kişand ser amadebaşiya hêzên xwe li hemberî gefên ji derve û got: "Em li hemberî her cure gefeke ku xak û asmanê welatê me dikin armanc, bergiriyên xwe pêş dixin û geşedanên navçeyê di çarçoveya ewlehiya xwe ya neteweyî de bi baldarî dişopînin."

Ev êrîşa mûşekî di demekê de ye, aloziyên leşkerî yên li Rojhilata Navîn û navbera Îran û hevalbendên Amerîkayê de kûr bûne. Tirkiye wekî endameke NATOyê, di bin sîwana sîstemên berevaniya asmanî ya hevpeymaniyê de ye ku ji bo rûbirûbûna mûşekên balîstîk hatine bicîh kirin.