Araqçî: Em ê Tengava Hurmizê li pêşiya "êrîşkaran" bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî hişyarî da ku her keştiyek ku di "êrîşên leşkerî" yên li ser Îranê de cih bigire, dê Tengava Hurmizê li pêşiya wê were girtin.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî di peywendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Fransî Jean-Noel Barrot, geşedanên herî dawî yên leşkerî yên li herêmê gotûbêj kirin û rexneyên tund li helwesta welatên Ewropayê girt.

Araqçî di peywendiyê de, bal kişand ser êrîşên leşkerî yên li ser Îranê û diyar kir, hin welatên Ewropî tenê ji bo encamên aborî yên şer nîgeran in, lê li hemberî êrîşên ku li ser gelê Îranê têne kirin bêdeng mane.

Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir, operasyonên wan ên berevaniyê dê li dijî wan bingeh û saziyên leşkerî berdewam bikin ku li welatên navçeyê ne û ji aliyê Amerîkayê ve ji bo êrîşên li ser Îranê têne bikaranîn. Araqçî got: "Bikaranîna bingeh û axa welatên navçeyê ji bo şerekî neyasayî yê li dijî Îranê, sedema sereke ya operasyonên me yên parastinê ye."

Herwiha Araqçî Amerîka û Îsraîl wekî berpirsyarên neîstîqrara li Tengava Hurmizê binav kir û ragihand, ev rêrewa avî ya giring li pêşiya keştiyên wan aliyan hatiye girtin ku piştgiriya êrîşên li ser Îranê dikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot nîgeraniya welatê xwe ya derbarê zêdebûna aloziyên li Libnanê de anî ziman. Barrot daxwaz kir ku hewlên siyasî û dîplomatîk ji bo vegerandina aramiyê bo navçeyê werin xurtkirin.