PDK-Bakur êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur), bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li dijî êrîşa dronî ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da û piştgiriya xwe ji bo aramiya herêmê ragihand.
PDK-Bakur di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê ve (28.02.2026) heta niha, serkirdayetiya Kurdistana Federal her dem bêalîbûna xwe nîşan daye û her dem alîgirê aştiyê bûye. Tevî vê helwesta aştîxwaz, hat gotin ku hêzên terorîst û derveyî qanûnî yên li Iraqê, her fersendê ji bo têkdana aramiyê bi kar tînin.
Di daxuyaniyê de derbarê êrîşa li ser mala Serokê Herêmê de wiha hat gotin: "Di 28.03.2026an de bi dironê êrîşeke terorîstî li hember mala Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêkanîne. Em vê êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikin."
PDK-Bakur di dawiya peyama xwe de piştgirî û hevxemiya xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê re parve kir.