Caroline Leavitt: Şerê li dijî Îranê di nava 4 - 6 hefteyan de bidawî dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî ragihand, şerê li dijî Îranê ber bi qonaxa dawî ve diçe û ew pêşbînî dikin ku di nava 4 heta 6 hefteyan de şer bidawî bibe.
Sekretera Rojnamevaniyê ya Koşka Spî Caroline Leavitt îro 30î Adarê di konferanseke rojnamevanî de aşkera kir, çarçoveya dema diyarkirî ya ji bo bidawîkirina şerê Îranê hîn wekî xwe ye. Leavitt destnîşan kir, şer gihîştiye qonaxên xwe yên herî dawî û di çend hefteyên pêş de dê encam diyar bibe.
Sekretera Koşka Spî bal kişand ser wan derbeyên giran ên ku gihîştine hêzên çekdar ên Tehranê û ragihand, ji sedî 70ê pîşesaziya leşkerî ya Îranê bi temamî hatiye rûxandin, şiyana mûşekî û dronî ya wî welatî bi rêjeya ji sedî 90 kêm bûye û her wiha zêdetirî 150 keştiyên şer ên Îranê jî hatine têkbirin."
Derbarê rewşa Tengava Hurmizê de Koşka Spî ragihand, ew li bendê ne di çend rojên bê de 20 tankêrên nû di tengavê re derbas bibin. Leavitt hişyarî da ku Amerîka bi ti awayî qebûl nake ku Îran bacê li ser keştiyên navdewletî bisepîne. Herwiha got: "Ev fersendeke dîrokî ye ji bo Îranê da ku peymanê îmze bike, nexwe dê rûbirûyî encamên gelekî dijwartir bibe."
Caroline Leavitt herwiha aşkera kir, gotinên rayedarên Îranî yên li pêşberî kamerayan û helwesta wan a di civînên nehênî de gelekî ji hev cuda ne. Herwiha diyar kir, danûstandinên bi rêya kanalên dîplomatîk ber bi aliyekî baş ve diçin û Amerîka niha cidîyeta Tehranê di cîbicîkirina sozên wan de diceribîne.