Bi 29 dronan êrîşî li gundê Qesrikê hat kirin: 15 hezar çiwalên genim şewitîn

Qamişlo (K24) – Li gundê Qesrikê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşeke berfireh a dronî de ku bingeha leşkerî ya Amerîkayê dikir armanc, zirareke mezin gihîşt berhemên cotkaran û nêzîkî 15 hezar çiwalên genim şewitînin.

Komên çekdar duh 29ê Adarê bi 29 dronên xwekuj êrîşî gundê Qesrikê û derdora wê kirin. Her çend armanca sereke bingeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Qisrikê bû, lê dron li embarên genim û malên sivîlan ketin.

Endamê parastina embarên genim Elaa Hec Esed derbarê êrîşê de got: "Saet derdora 12ê şevê bû, me dengê sîrenên hişyariyê bihîst. Paşê dronan dest bi lêdanê kirin. Yek ji wan rasterast li embarê ket. Me mirin bi çavên xwe dît. Ev êrîş ne tenê li ser bingehê, li ser nan û keda me bû."

Welatiyê bi navê Sebî Ferman jî ku şahidê bûyerê ye, diyar kir ku diron mîna mêşan di asman de bûn û got: "Diron ji her alî ve dihatin. Di nava bîskekê de genimê me şewitî û xaniyên me xira bûn. Em êdî di bin tirsê de dijîn."

Li ser perçeyên dronên ku hatine dîtin, bi zimanê Erebî peyamên mîna "Heyfa Şehîd Cefer" û "Heyfa Şehîd Suleymanî" hatibûn nivîsandin. Ev yek nîşan dide ku êrîş ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatibû kirin.

Gundên Qesrik û Zorava ku tenê 700 metre dûrî bingeha leşkerî ya Amerîkayê ne, di her aloziyekê de dibin armanca mûşek û dronan. Welatî bang dikin ku dawî li van êrîşan were anîn, ji ber ku jiyan û debara wan ketiye bin metirsiyeke rasterast.

Hêzên Amerîkayê piştî êrîşê dest bi komkirina perçeyên dronan kirin û li herêmê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.