Reuters: Bi hezaran leşkerên bijare yên Amerîkayê gihîştin Rojhilata Navîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Washingtonê bi hezaran serbazên Firqeya 82emîn a Asmanî şandin Rojhilata Navîn. Tê gotin, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser bijardeyên operasyoneke bejayî ya li dijî Îranê û destdanîna ser navendên enerjiyê yên stratejîk disekine.
Ajansa Reutersê îro 30î Adarê ji zarê du berpirsên pilebilind ên Amerîkayê ragihand, hêzên bijare ên Firqeya 82emîn a Asmanî gihîştine herêma operasyonan a li Rojhilata Navîn. Ev hêzên ku ji bingeha Fort Bragg a eyaleta North Carolinayê birê ketibûn, tevlî bi hezaran serbazên "Hêzên Taybet" û "Marînez" bûn ku di rojên borî de li herêmê hatibûn bicîhkirin.
Li gorî zanyariyan, Donald Trump di çarçoveya şerê li dijî Îranê de çend bijardeyên stratejîk û metirsîdar dinirxîne. Ew xalên sereke ev in:
- Destdanîna ser Girava Xargê: Ev girava ku 90% ji hinardekirina petrola Îranê tê de pêk tê, armanceke sereke ye. Kontrolkirina wê tê wateya birîna temamî ya çavkaniyên darayî yên Tehranê.
- Operasyona Uranyumê: Washington şandina hêzên bejayî bo kûrahiya axa Îranê gotûbêj dike, da ku dest deyne ser uranyuma dewlemendkirî ya ku di nav bingehên bin erd de hatine veşartin.
- Kontrolkirina Peravên Hurmizê: Şandina hêzan bo ser peravên Îranê bi mebesta parastina trafîka tankêrên petrolê û têkbirina wan çekên ku gefê li keştiyên navdewletî dixwin.
Her çend berpirsên Amerîkî diyar dikin ku heta niha biryara dawî ya ji bo destpêkirina êrîşeke bejayî nehatiye girtin, lê bicîhkirina van hêzên mezin şiyana Amerîkayê ya ji bo operasyonên "ji nişka ve" xurt dike.
Li aliyê din, pisporên leşkerî hişyarî didin ku her pêngaveke bi vî rengî, dê rûbirûyî rîskên mezin bibe; ji ber ku Îran dikare bi rêya mûşek û dronan derbeyên giran li wan hêzan bixe. Ev pêşveçûna leşkerî di demekê de ye ku dîplomasiya bi rêya navbênkaran berdewam e, lê şandina Firqeya 82emîn nîşan dide ku Washington xwe ji bo herî xirab amade dike.