Almanyayê plana vegera penaberên Sûrî aşkere kir: Di 3 salan de dê %80 vegerin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz ragihand, welatê wî di nava sê salên bê de, dê piraniya penaberên Sûrî vegerîne welatê wan. Merz destnîşan kir, bi bidawîbûna şerê navxweyî re, êdî zemîn ji bo vegerê amade ye.

Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz îro 30î Adarê di daxuyaniyekê de, plana nû ya hikûmeta xwe ya derbarê penaberan de parve kir. Merz diyar kir, li gorî dîtineke sê salî û li gorî daxwaza Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, ew li bendê ne ku nêzîkî %80ê Sûriyên li Almanyayê vegerin welatê xwe.

Friedrich Merz derbarê hûrgiliyên planê de tekez kir, di qonaxa yekem de, dê bala wan li ser vegerandina du koman be:

- Ew kesên ku moleta wan a rûniştinê ya fermî li Almanyayê nemaye yan nehatiye nûkirin.

- Ew koma biçûk a penaberan ku di karên tawanbarî de cih girtine û bûne sedema pirsgirêkan ji bo civaka Almanyayê.

Şêwirmendê Almanyayê spasiya gelê welatê xwe kir ku di salên borî de hejmareke pir mezin a penaberan hembêz kirine, lê diyar kir ku êdî merc hatine guhertin. Merz got: "Şerê navxweyî li Sûriyeyê bidawî bûye û niha asoyekî zelal ji bo vegerê heye. Em dixwazin bi hevahengî kar bikin, da ku ev pêvajoya vegerê bi serkeftî birêve biçe."

Merz di dawiya axaftina xwe de dubare kir, parastina aştiya civakî û cîbicîkirina yasayan ji bo hikûmeta wî di serî de ne û vegerandina penaberan wekî beşek ji van rêkaran pênase kir.