Netanyahu: Amerîka û Îranê lihev bikin jî şerê me yê li dijî Hizbullahê ranaweste
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, her peymaneke gengaz a di navbera Washington û Tehranê de, nabe sedema rawestandina operasyonên wan ên li dijî Hizbullaha Libnanê.
Rojnameya "Israel Hayom" îro 31ê Adarê li ser zarê çavkaniyên ewlehiyê belav kir, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîneke girtî ligel berpirsên payebilind ên leşkerî, siyasî û ewlehiyê yên welatê xwe de, helwesta Îsraîlê ya derbarê geşedanên navçeyê de zelal kiriye.
Netanyahu di vê civînê de tekez kiriye: "Ti lihevkirinek di navbera Washington û Tehranê de, bandorê li ser operasyonên me yên leşkerî yên li dijî Hizbullahê nake û em şer ranawestînin."
Ev daxuyaniyên Netanyahu di demekê de tên, navçe di rewşeke pir hestiyar û di amadebaşiya şerekî berfireh de ye. Rewş piştî wê yekê aloztir bû ku di 28ê Sibata borî de, Amerîka û Îsraîlê êrîşên xwe yên serbazî li dijî Komara Îslamî ya Îranê dabûn destpêkirin.
Her di vê çarçoveyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di hevpeyvînekê ligel kanala Al Jazeera de, bal kişandibû ser cudahiya dîtina Amerîka û Îsraîlê û gotibû: "Fokusa Îsraîlê ji ya me cuda ye û armancên wan ên taybet bi xwe hene."