79 sal di ser darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed re derbas dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 31ê Adara 2026an e. 79 sal berê di rojeke wiha de, Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê, Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ji aliyê rejîma Îranê ve li Meydana Çarçira hatin darvekirin.
Di 31ê Adara 1947an de, Serok Komarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, ligel birayê xwe Ebûlqasim Qazî û pismamê xwe Hemehisên Xanê Seyfî Qazî, li Meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê (Paytexta Komara Kurdistanê) hatin darvekirin. Sûcê van lîderan tenê xebata ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê bû.
Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, dema ku hêzên Yekitiya Sovyet û Brîtanyayê bakur û başûrê Îranê dagir kiribûn, derfetekE zêrîn ji bo tevgera azadîxwaza Kurd çêbû, ku di 22ê Rêbendana 1946an de li Meydana Çarçira ya Mehabadê, Komara Kurdistanê hat ragihandin.
Di rêvebirina Komarê de Kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî beşdar bûn. Bi taybetî hêzên Barzanî bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî, ku wek Generalê Komarê dihat naskirin, piştgiriyeke xurt dan komarê û li gelek deveran li dijî dijminan parastineke mezin kirin.
Sedema sereke ya hilweşîna Komarê, peymanên siyasî û berjewendiyên petrolê yên hêzên navdewletî bûn. Wezîrê Derve yê wê demê yê Îranê, Ehmed Qewamulseltene, soz dabû Yekitiya Sovyetê ku ger ew ji Îranê vekişin, dê girêbesta petrola bakur bi wan re îmze bikin.
Piştî vekişîna Sovyetê, Brîtanya û Amerîkayê piştgiriya Îranê kirin. Artêşa Îranê bi çekên giran êrîşî Kurdistanê kir. Pêşewa Qazî Mihemed ji bo ku xwîna gel neyê rijandin û komkujî çênebin, bi Tehranê re ket nav diyalogê. Tevî ku rayedarên Tehranê soz dabûn ku dê destê xwe nedin kesî, lê piştî ku artêş ket Mehabadê, sozên xwe binpê kirin.
Her çend temenê Komara Kurdistanê tenê 11 meh bû jî, lê bandoreke kûr û dîrokî li ser tevgera neteweyî ya Kurd hişt. Di serdema Komarê de:
- Zimanê Kurdî bû zimanê fermî yê dibistan û saziyan.
- Artêşeke niştimanî hat avakirin.
- Ala Kurdistanê bi fermî hat hildan.
- Rojnamegerî û weşangeriya Kurdî geşepêdaneke mezin dît.
Hilweşîna Komarê encama lîstikên veşartî yên hêzên mezin û firotina Kurdan ji bo berjewendiyên enerjiyê bû. Lê belê, roja 31ê Adarê di dîroka Kurdistanê de wek rojeke xemgîn lê di heman demê de wek sembola berxwedan û vîna neteweyî tê bibîranîn.