Serok Barzanî damezrandina her du Partiyên Komunîst ên Îraq û Kurdistanê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Îraqê û Partiya Komunîst a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand. Serok Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser hevahengî û karê hevbeş ê aliyên siyasî kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 31ê Adarê bi boneya salvegera damezrandina her du partiyên komunîst, pîrozbahiyeke germ li serokatî, endam û alîgirên wan kir û hêviya berdewamî û serkeftinê ji wan re xwest.

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser dîroka her du partiyan û wiha got: "Em pêzanîna xwe ji bo rol û qurbanîdanên Partiya Komunîst a Îraqê û Partiya Komunîst a Kurdistanê di xebata gelên Îraqê û gelê Kurdistanê de nîşan didin, ku ji bo azadiyê û li dijî dîktatoriyê têkoşîneke mezin dane."

Di beşeke din a peyama xwe de, Serok Barzanî bal kişand ser rewşa siyasî û got: "Di vê bîranînê de, em tekeziyê li ser hevahengî û karê hevbeş ê aliyên siyasî dikin, da ku em karibin kosp û astengan derbas bikin. Divê em Îraq û Herêma Kurdistanê ji pirsgirêk û aloziyan dûr bixin."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî xwast ku ev salveger bibe hinceta xurtkirina biratî û tekoşîna hevbeş a ji bo berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û Îraqê.