Li Îraqê dronek li kêlgeha petrolê ket û mûşekek jî li malekê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Îraqê ragihand, li parêzgeha Besreyê dronên nenas ketine xwarê û li parêzgeha Enbarê jî mûşekek ketiye ser maleke sivîl. Di her du bûyeran de ti ziyanên canî çênebûne.

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlekariyê Seid Main îro 31ê Adarê derbarê rewşa ewlehiyê ya dawî de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, dronek li nav sînorê kêlgeha petrolê ya "Qurna 1 a Rojava" li parêzgeha Besreyê ketiye xwarê. 

Lîwa Seid Main destnîşan kir jî, dron neteqiyaye û ti ziyanên madî yan canî li pey xwe nehiştine.

Bûyera duyem li parêzgeha Enbarê, li devera Tersarê qewimî. Mûşekek ket ser banê xaniyekî û di ban re derbasî odê bû. Hat ragihandin, ev mûşek jî neteqiyaye û ji ber vê yekê karesatek çênebûye.

Piştî bûyerê, tîmên pûçkirina teqemeniyan derbasî herêmê bûn û ji bo rakirina moşekê dest bi xebatê kirin.

Heta niha nehatiye eşkerekirin ku ev dron û mûşek ji aliyê kê ve hatine avêtin û lêpirsînên hêzên ewlehiyê berdewam dikin.