Fuad Hisên: Biryara şer ne di destê komên çekdar de ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku, welatê wî bi rengekî fermî di rewşa şer de nîne lê ji ber cihê xwe yê erdnîgarî û berfirehbûna hevrikiyan di navbera Amerîka û Îranê de bûye parek ji qada şer.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) di hevpeyvîneke taybet de bi kanala Hedesê re got, “Iraq bê biryareke fermî ketiye nav şerekî ku sedema wê cihê wê yê erdnîgarî ye.”
Fuad Hisên herwesa got ku, hevrikiyên di navbera Tehran û Waşintonê de gihîştine nav axa Iraqê û welatên Kendavê, vê yekê jî wesa kiriye ku Iraq bibe parek ji wan aloziyan.
Navbirî tekez jî kir ku, mafê komên çekdar tune ku li ser mijarên girîng ên wekî şer û aştiyê biryaran bidin, belkî lawaziya kontrola navxweyî bûye sedema zêdebûna aloziyan.
Wezîrê Derve yê Iraqê herwesa got, "Welatên cîran ên wekî Urdinê û welatên Kendavê bi tundî nerazîbûna xwe li dijî wan gefan diyar kiriye yên ku ji axa Iraqê ve li wan tên kirin."
Fuad Hisên tekez jî kir ku, Hikûmeta Iraqê her êrîşeke li ser welatên cîran wekî binpêkirina destûrê dibîne. Herwesa tekez li ser çêkirina komîteyên ewlehî û leşkerî ji bo lêkolîna êrîşan jî kir.
Navbirî herwesa nîgeraniya xwe li ser îhtîmala vekişîna nûnerên dîplomatîk ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê li Iraqê anî ziman.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.