Trump: Em alîkariya welatên di tengasiyê de ligel me nebûn nakin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê got ku, Waşinton êdî amade nîne ku alîkariya wan welatan bike yên ku di dema borî de piştgirî nedaye Amerîkayê, xasma jî di warê kêmbûna sotemeniyê de.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) di çavpêketineke televîzyonî de got, “Amerîka êdî alîkariya wan welatan nake yên ku niha arêşeya kêmbûna sotemeniyê heye ji ber ku dema ku Waşinton hewceyî alîkariyê bû, ew bêdeng bûn.”
Trump herwesa got, “Welatên cîhanê û xasma jî Brîtanya, ku ji ber aloziyên Tengava Hurmizê nikarin sotemeniya balafiran dabîn bikin, divê an sotemeniyê ji Amerîkayê bikirin an jî ew bi xwe Tengava Hurmizê kontrol bikin.”
Navbirî herwesa got, "Ew welatên ku sotemeniya wan tune be, bila biçin û ew bi xwe petrola xwe bi dest bixin." Herwesa behsa wê yekê jî kir ku, Îran bi rêjeyeke zêde hatiye têkbirin û qonaxa dijwar bi dawî bûye.
Serokê Amerîkayê herwesa êrîş kir ser Hikûmeta Fransayê jî û got, "Fransayê destûr neda ku balafirên me yên alîkariya leşkerî di asmanê wê re ber bi Îsraîlê ve biçin. Amerîka dê vê helwesta Fransayê qet ji bîr neke."
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.