Qayimqamê Merîwanê gotgotka valakirina Deriyê Başmakê red dike
Qayimqamê Merîwanê îro (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) ragihand ku, ew gotgotkên behsa fermana valakirina bilez a Deriyê Navneteweyî yê Başmaxê û çend deverên bajarê Merîwanê dikin ne rast in, tekez jî kir ku hemî kar û çalakiyên li wî derîyî bi rêya xwe ya normal berdewam in.
Qayimqamê Merîwanê tekez li ser wê yekê jî kir ku, tu biryar an fermaneke fermî ji bo valakirina wî deriyê sînorî nehatiye derxistin û tevgera bazirganî û veguhastina welatiyan di çarçoveya qanûnên berê de û bê tu astengiyek berdewam e.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Her di vê çarçoveyê de jî, hatin û çûnên geştiyarî û bazirganî yên di navbera Îran û Îraqê û hind welatên din ê deverê de hatine rawestandin, lê Herêma Kurdistanê her zû bizav kir ku deriyên xwe yên sînorî yên bi Îranê re veke û tevgerên geştiyarî û bazirganî wekî berê normal bike.