Artêşa Îsraîlê: Ji destpêka şer ve 2 hezar leşker û fermandarên Îranî hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê amara fermî ya operasyonên xwe yên serbazî yên li dijî Îranê belav kir. Li gorî daxuyaniyê, ji dawiya meha Sibatê ve ziyanên canî û madî yên giran li hêzên Îranî hatine xistin.

Artêşa Îsraîlê îro 1ê Nîsanê di daxuyaniya xwe de ragihand, di encama operasyonên wan de yên ku ji dawiya meha Sibatê ve dest pê kirine, nêzîkî 2 hezar leşker û fermandarên Îranî hatine kuştin.

Li gorî daneyên artêşê, firokeyên şer ên Îsraîlê di vê heyamê de 800 êrîşên asmanî pêk anîne. Di van êrîşan de zêdetirî 16 hezar cureyên cuda yên teqemenî û çekan hatine bikaranîn. Hat diyarkirin ku bi van çekan, nêzîkî 7 hezar armancên serbazî û stratejîk ên Îranê li bereyên cuda yên şer bi serkeftî hatine lêdan.

Artêşa Îsraîlê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, operasyonên wan bi hêz û biryardarî berdewam dikin. Di peyamê de hat gotin: "Heta ku em hemû armancên xwe yên diyarkirî bi dest nexin, operasyonên me yên serbazî ranewestin."