Artêşa Pasdaran: Tengava Hurmizê li beranberî "dijminan" girtî dimîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdaran a Îranê tekez kir ku, Tengava stratejîk a Hurmizê di bin kontrola wan a tam de ye û rêyê nadin derbazbûna keştiyên "dijminan"
Artêşa Pasdaran a Îranê îro (Çarşem, 1ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku, Tengava stratejîk a Hurmizê li beranberî "dijminên" wî welatî girtî dimîne.
Artêşa Pasdaran behsa wê yekê jî kir ku, "rewşa Tengava Hurmizê di bin kontrola tam û serdestiya hêzên deryayî yên Artêşa Pasdaran de ye."
Ev daxuyanî di demekê de ye ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump amaje bi wê yekê kiribû ku, ew tenê di rewşekê de li ser agirbestê difikire ku ew tengav bê vekirin.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump pêştir jî 48 saet wekî destûrî dabûn Îranê da ku Tengava Hurmizê vekiriba lê hîn jî ew tengav girtî maye û ev nûtirîn peyama Trump e li ser wê mijarê.