Şandeke PDKê û Heybet Helbûsî parastina ewlehiya welat û dezgehan tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Parlamentoya Iraqê û şandeke bilind a PDKê mijara pêkanîna hikûmetê û mafên destûrî nîqaş kirin, herwesa her du aliyan parastina ewlehiya welat û dezgehan jî tekez kir.
Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî îro (Çarşem, 1ê Nîsana 2026ê) pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazil Mîranî kir.
Di wê civînê de, behsa mijarên siyasî û pêdivîtiya temamkirina mafên destûrî ji bo pêkanîna hikûmetekê, ku bikare daxwazên vê qonaxê bi cih bîne, hat kirin.
Her di wê civînê de, rewşa ewlehiya welat jî hat nîqaşkirin, bi taybetî jî ew êrîşên nexwestî yên ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin. Her du aliyan redkirina her destdirêjiyeke li ser ewlehiya welat û dezgehan tekez kir.
Serokwezîrê Iraqê jî her îro bi şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya û her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamiya şêwirînê ji bo yekalîkirina mafên destûrî kir.
Paştir Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî jî belav kir ku, Serokê wê tevgerê Emar Hekîm pêşwazî li şandeyeke pilebilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û pê re pêşhatên qada siyasî ya Iraqê, deverê û rêyên yekalîkirina mafên destûrî nîqaş kirin.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.