Îran gefa teqandina 10 piran li Rojhilata Navîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku, li beranberî wê êrîşa ku li ser pira Bîwanê ya bajarê Kerecê hatiye kirin, ew dê 10 pirên stratejîk ên Rojhilata Navîn bikin armanc.

Artêşa Pasdaran a Îranê îro (Pêncşem, 2ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de navê 10 pirên sereke û stratejîk ên Rojhilata Navîn belav kir û ragihand, “Piştî êrîşa li ser pira Bîwanê ya bajarê Kerecê, ev pir dê bibin armanceke rewa ji bo hêzên çekdar ên Îranê.”

Di nav wê lîsta artêşa Pasdaran de sê pir li Urdinê û sê pir li Îmaratê ne; li her yek ji welatên Kuweyt, Behreyn, Îsraîl û Iraqê jî pirek wek armanca êrîşa artêşa Pasdaran hatiye diyarkirin.

Pira Bîwanê ya bajarê Kerecê, ku îro ji aliyê balafirên Amerîka û Îsraîlê ve hat armanckirin, bilindtirîn pira Rojhilata Navîn bû û biryar bû ku di paşerojeke nêzîk de hatibam vekirin.

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.